Iraqiye: Bijara me guhartina Malikî ye
Hadî Zalimî Peyvdarê Tevgera Wîfaqa Niştimanî ku yek ji pêkhateyên Iraqiye ye ji AKnewsê re daxuyand, “Aliyên pêwendîdar li ser yek bijarê li hev kirine ku ew jî berbijarkirina kesekî din ji bal Hevpeymaniya Niştimanî ve li şûna Malikî.”
Zalimî ronî kir ku eger pêkhateyên Hevpeymaniya Niştimanî (HN) li ser berbijarkirina kesekî din li hev nekin, dê bawerî ji Malikî bê standin.
Biryar e, îro êvarî HN civînekê li dar bixe ji bo gotûbêjkirina daxwaza aliyên siyasî derbarê berbijarkirina kesekî din li şûna Nûrî Malikî.
Aliyên siyasî muhleta heta îro dane HN daku xwesteka wan pêk bîne.
AKnews
