• Friday, 06 February 2026
logo

Sedir: Civînên Hewlêr û Necefê wataya redkirina dektatoriyetê ye

Sedir: Civînên Hewlêr û Necefê wataya redkirina dektatoriyetê ye
Serokê Baska Sedir Muqteda Sedir ragihand ku civînên Hewlêr û Necefê gelek watayên wan yên girîng hene wek yekbûna tayfe, netewe û mezheban û amajeyeke ku careke din dektatoriyet li Iraqê nikare hikum bike.

Sedir di bersiva pirseke alîgirekî xwe de got, “Bûyerên Hewlêr û Necefê gelek watayên wan hene, xaka Iraqê yek e û li her parêzgehekê be, yekgirtineke bê wêne piraniya tayfe û mezheban li xwe digire ji şîa û sune û kurd.”

Sedir tekîd kir ku divê hikûmet di destê milet û nûnerê wî de be ne milet di destê hikûmetê de be.”

Sedir got jî, “Careke din ti dektatorek li welat hikum nake her kesek be , xala dawî ya watayên civînên Hewlêr û Necefê pêşvebirina demokrasî û canê siyasî û dûrketin ji pevçûn û şer.”

AKnews
Top