Tarafê belgeya ‘komkujiya plankirî’ ya Roboskê weşand!
Rojnameya Tarafê diyar dike, xwe gihandine belgeya destûra operasyona Qilabanê ya 28ê Kanûna 2011an ku ya ji aliyê Cendirmeyan ve hatiye pêkanîn. Rojnameyê îdîa kir ku, beriya tevgera esmanî, Fermandariya Cendirmeyan ya Şirnexê ji bo amadekariyê destûra operasyona bi navê “Yildiz” ji Walîtiya Şirnexê destûra binivîskî xwestiye.
Belgeya “veşartî”, tevgera esmanî ya li Qilabanê li hember pêşveçûnekî akût, bikaranîna însiyatîfekî demî pêşneketiye, radixe holê ku amadekariyên operasyonê beriya wê hatine kirin.
Li gorî rojnameyê destûra operasyonê li ser navê Fermandarê Cendirmeyan yê Bajar Albay Osman Aslan (li ser erkê xwe ye), bi navê Serpelê Cendirmeyan Ergun Ozgur xwestiye. Hate ragihandin ku, ev destûr jî ji aliyê Cîgirê Waliyê Şirnexê Turgay Îlhan ve hatiye dayîn.
Di daxwaza destûrê de hate gotin ku, “Di çarçoveya agahdarî û îstîxbaran de herêm weke cihê çûn û hatina endamên PKKê hatiye şîrovekirin” herwiha destpêkirin û bi dawî bûna operasyonê 28ê Kanûn-29ê Kanûna 2011an hatiye not kirin.
Dîsan di belgeyê de ji 22. Fermandariya Tûgaya Sînor a Cendirmeyan fermandarê Sêgirkê berpirsê bûyerê tê girtin, herwiha di hêza operasyonê de jî ev yekîne û ekîpman bi berfirehî têne rêzkirin: “2. Tîma Komando ya Cendirmeyan (Bi piştgiriya hewan û obusan): 1. Tîma Komando ya Cendirmeyan Tîma 2 GGK (îhtiyat/Hêzên berdest): 4x155 mm. Obus/Roboskî; 3x81 mm. Hewan/Geymîşule. Herwiha di belgeya daxwaza destûra operasyonê de nexşeyên bi awayek berfireh koordînatan didin jî heye.”
Rudaw
