• Friday, 06 February 2026
logo

Misir serok welat hildibjêre

Misir serok welat hildibjêre
Bi mebesta hilbijartina serokê welat, nêzîkî 50 milyon Misrî berê xwe dane sindoqên dengdanê.

Îro 23/5/2012`an, danê serê sibê nêzîkî 50 milyon Misrî bi mebesta hilbijartina yekem serokê piştî şoreşê ku dawî li hukmê takekesî yê Husnî Mubarek anî, berê xwe didin sindoqên dengdanê.

Di van hilbijartinan de 13 kesayetiyan xwe ji bo çûna koşka serokatiya welat xwe berbijêr kirine ku ew her 13`e kandîd ser bi alî û şepolên siyasî û olî yên Misrê ne.

Di demjimê 9`ê sibê bi dema Hewlêrê, welatiyên Misrê bi kêfxweşî berê xwe didin navendên dengdan ê.

Xendan
Top