• Friday, 06 February 2026
logo

Zêdeyî 20 parlamenterên Dewleta Yasa dijî Malikî ne

Zêdeyî 20 parlamenterên Dewleta Yasa dijî Malikî ne
Zêdeyî 20 parlamenterên Dewleta Yasa dijî serokê xwe ku Nûrî Malikî ye deng didin û zêdeyî 200 parlamenter jî bi rakirina Malikî re ne.

Endamê parlamentoya Iraqê Hesen Elewî ragihand, zêdeyî 200 dengên siyasetvanên di civîna Hewlêr û Necefê de beşdar li parlamentoya Iraqê hene, ku bi standina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî re ne: “Zêdeyî 20 parlamenterên hevpeymaniya Malikî dijî Malikî deng didin û bi standina baweriyê re ne ji Malikî.”

Hesen Elewî ji `Frakisyona Spî` daxuyand, rûniştina parlamento ji bo standina baweriyê tê girêdan û ji ber pirbûna neyarên wan, tîma serokê hikûmetê winda dike.

Navbirî dibêje, ti alternatîveke hevpeymaniya niştimanî ji xeynî lîderê civata bilind a îslamî Adil Ebdilmehdî nîne ji bo girtina şûna Nûrî Malikî, çiku Ebdilmehdî ji aliyê kurdan tê qebûlkirin û nêzîkî şepêla Sedir e.

Rudaw
Top