Zêdeyî 20 parlamenterên Dewleta Yasa dijî Malikî ne
Endamê parlamentoya Iraqê Hesen Elewî ragihand, zêdeyî 200 dengên siyasetvanên di civîna Hewlêr û Necefê de beşdar li parlamentoya Iraqê hene, ku bi standina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî re ne: “Zêdeyî 20 parlamenterên hevpeymaniya Malikî dijî Malikî deng didin û bi standina baweriyê re ne ji Malikî.”
Hesen Elewî ji `Frakisyona Spî` daxuyand, rûniştina parlamento ji bo standina baweriyê tê girêdan û ji ber pirbûna neyarên wan, tîma serokê hikûmetê winda dike.
Navbirî dibêje, ti alternatîveke hevpeymaniya niştimanî ji xeynî lîderê civata bilind a îslamî Adil Ebdilmehdî nîne ji bo girtina şûna Nûrî Malikî, çiku Ebdilmehdî ji aliyê kurdan tê qebûlkirin û nêzîkî şepêla Sedir e.
Rudaw
