Gotûbêjên 5+1 û Îranê îro jî didomin
Li gorî ajansên nûçeyan, grûpa 5+1 di gotûbêjên duhî de projeyek derbarê programa atomî ya Îranê pêşkêş kirin û tê de daxwaz kirin ku meyandina yoranyomê bi rêjeya 20% kêm bike û hêvî xwestin bersiva Îran li ser projeyê erênî be.
Îran jî li hember de, projeyek pêşkêş kir li ser bingiha “gavek li hember gavekê” ye.
Wezîra Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropa Catherine Ashton serokatiya şanda grûpa 5+1 dike û Serokê Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî Saîd Celîlî serokatiya şanda Îranê dike.
Çavkaniyek ji şanda Îranê aşkere kir ku îro jî dê civînên navbera her du aliyan berdewam bin.
AKnews
