• Friday, 06 February 2026
logo

“Talebanî destjikarvekêşana xwe daye Barzanî”

“Talebanî destjikarvekêşana xwe daye Barzanî”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Serokomarê Iraqê Celal Talebanî destjikarvekêşana xwe daye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daku wek karteke guvaşê bikar bîne.

Rojnameya Hawlatî di hejmara xwe ya îro de ji zarê Nêçîrvan Barzanî veguhastiye ku Serokomar wek nîşandana helwesta xwe û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser yekdengiya kurdan, destjikarvekêşana xwe daye Serokê Herêma Kurdistanê daku wek karteke guvaşê bikar bîne.

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya digel wê rojnameyê de ku biryare di hejmara bê de têkesta wê bê belavkirin, got, “Mam Celal destjikarvekêşana wî amade ye û daye destê Serokê Herêma Kurdistanê daku li her cihekî pêdivî bû wek karta guvaşê bikar bîne.”

Barzanî got jî, “Kurd bi hemû hêzên xwe yên siyasî ve, bi taybet PDKê û YNKê, helwesta wan li hember Bexdayê yek e û mam Celal jî bi hemû karînên xwe piştgiriya nerînên herêmê dike li hember Bexdayê.”

AKnews
Top