Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Di destpêka vê civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê behsa siyasetên neqanûnî yên Hikûmeta Bexdayê yên ku, li dijî Gelê Kurd bi taybetî di warê sûtemenî de cîhbicîh dike kir û ragihand ku, ev siyasetên han bi awayekî giştî şaş û neqanûnî ne û dibe Hikûmeta Îraqê di warê saman û dahatên xwezayî de weke hevkareke sereke ya Bexdayê li Gelê Kurd bimêzîne.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku, siyasetên niha yên ku, ji aliyê Hikûmeta Malikî ve tên cîhbicîhkirin siyasetên Hikûmeta Besê ne û Hikûmeta han jî di dema xwe de di warê sûtemenî de gemaro dixiste ser Gelê Kurd.
Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî bi eşkerehî diyar kir ku, cîbicîh kirina siyasetên bi vê rengî dibin sedema vêyekê ku, Gelê Kurd li hember Hikûmeta Malikî hîn zêdetir tûre bibe.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de bi awayekî berfire balkêşande ser siyasetên şaş yên Hikûmeta Bexdayê yên li dijî Gelê Kurd û Hikûmeta Kurdistanê û ragihand ku, em li gorî destûr û peymanên îmzekirî tevdigerin lê Hikûmeta Bexdayê ne destûr cidî werdigire nejî ev peymanên ku, îmze kiriye.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, heta niha Hikûmeta Îraqê bi awayekî rast para sûtemenî ( petrol, benzin û mazot) ya Kurdistanê nedaye Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê jî jibo têjî kirina velatiya han hertim ji Derve sûtemeniyên pêwîst aniye Kurdistanê lê her car jî Hikûmeta Îraqê gelek zex li ser Îranê kir daku, Îran razî bike ku, derfetê nede Hikûmeta Kurdistanê di nava Sînurên vî de tiranzîta sûtemenî bike.
Serokwezîrê Kurdistanê bi beşeke din ya axaftinên xwe de behsa serdana xwe ya bo Tirkiyeyê kir û ragihand ku, di vê serdana xwe ya dawî de min siyaseteke gelek baş li hember xelkê Kurdistanê ji aliyê Berpirsên Tirkiyeyê ve dît û ev yek jî dibe sedema bihzêtir bûna peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan di pêşerojê de.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa serdana heyeta Hikûmetê bo Devera Şengal û Dihukê jî hate kirin û heyet têbînê û nêrînên xelkê wan Deveran pêşkêşî civata Wezaran kir.
