Mistefa: Herêma Kurdistan weke hevpareke serke li Îtaliyayê temaşe dike
Di dîdarekê de, behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê û mekanîzma pêşxistin û xurtkirina wan peywendiyan hat kirin. Herwesa her du aliyan di civînê de behsa kar û çalakiyên konfrensa (rêgirtin li pêşiya bazriganîkirin bi mirovan) ku, berî çend rohekan li Hewlêrê hatibû saz kirin, kir û ew konfrena bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve sefîrê Îtaliyayê yê Îraqê, behsa peymaneke lihevtêgihiştinê kir ku digel wezareta xandina bilind û lêkolînên zanistî a herêma Kurdistanê, bo hevkarîyên zanistî û perwerdeyî li herêma Kurdistanê, îmza kiriye.
Felah Mistefa kofxweşiya xwe diyar kir ku pêwendiyên herêma Kurdistanê û Îtaliyayê di qonaxeke baş de ne û got:
- Herêma Kurdistanê weke hevpareke serke li Îtaliyayê temaşe dike. Em hêvî dikin ku hikûmeta îtalî di pirosesa geşepêdan û avadankirina herêma Kurdistanê, di warên cihê de, zêdetir rola xwe bilîze.
Mistefa ji heyeta mêvan re behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê enerjî û samanên xwezayî de û rola herêma Kurdistanê di zêdekirina dahatiye giştiyê Îraqê de kir û hemû pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveyê destûra bingehîn a Îraqê dene.
Berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, herwesa, behsa alozî û kirîza siyasiya Îraqê kir û helwesta herêma Kurdistanê li heber kirîza siyasiya Îraqê diyar kir û got ku, divê hemû pirsgiriêk li gor made û bendên destûrê û rêkeftinên siyasî bên çareser krin.
