• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Çek li Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Çek li Iraqê kir
Duh sêşem 22/05/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Joseph Frabic Balyozê welatê Çek li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, Balyozê welatê Çek ji bilî nîşandana xweşhaliya xwe ya vê serdanê ragihand ku welatê wan bi niyaze pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê neku tenê li ser asta siyasî û aborî û bazirganî belku li warên din da jî zêdetir berev pêş bibe. Li vî warî de balkişand li ser hatina şandekî pîşesazî û bazirganiya welatê xwe ya bi Serokayetiya Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî bo Herêma Kurdistanê bo ku ji nêzîk ve guftûgoyê li gel aliyên pêwendîdarên Herêmê da bike.

Serok Barzanî balkişand li ser pêwendiya dîrokiya ku her du gelê Çek û Herêma Kurdistanê bi pêkve girêdide û tekez jî kir ku Herêm dixwaze baştirîn pêwendiyê li gel welatên dost damezrîne û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li her karasaniyek ku dibê sedema beşdariya kompanyayên Çek derbirî ku bi awayeke berfireh li binyadnan û geşepêdan û xurtbûna aboriya li Herêma Kurdistanê da bike.
Top