• Friday, 06 February 2026
logo

Sefîrê Çekê: Em dixwazin aqarê têkeliyên xwe digel Kurdistanê berfireh bikin

Sefîrê Çekê: Em dixwazin aqarê têkeliyên xwe digel Kurdistanê berfireh bikin
Di dîdareke di navbera felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Joseph Frabic sefîrê nû yê komara Çekê yê Îraqê de, pêşxistina têkeliyên navbera herdu aliyan di hemû waran de hatin behis kirin.

Felah Mistefa, bi minasebeta bidestkarkirinê weke sefîrê nû yê Komara Çekê li Îraqê, pîrozbahî li Joseph Frabic kir û hêviya serkeftinê jê re xwest amadeyîya fermangeha têkeliyên derve ji bo hevkarî û hevahengiyê nîşan da.

Berprisê têkeliyên derve behsa têkeliyên hikûmeta herêma Kurdistanê bi diyayê re kir û got ku herêma Kurdistanê dixwaze di çarçoveyê wan peywendiyan de fêdey ji şarezayî û tecrûbeya welatê Çekê bibîne û têkeliyên xwe di wan waran de, zîraet, şûnwar, z universitet û turîzmê ku, hikûmeta Çekê dikare alîkariya herêma Kurdistanê bike, digel hikûmeta welatê Çekê xurt û berfireh bike.

Sefîrê komara Çekê pêşkeftinên herêma Kurdistanê bilind nirxandin û got ku ew dixwaze peywendiyên welatê xwe digel herêma Kurdistanê bigihîne qonaxeke pêşkeftîtir:

-Çend sale hikûmeta me têkelî digel herêma Kurdistanê hene û nuha hijmareke kompaniyên welatê me li herêma Kurdistanê kar dikin, tevî vê jî, em diwazin aqarê têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê û hemû Îraqê berfirehtir bikin.

Her du aliyan behsa kirîza siyasiya Îraqê kir û ew stengiyên dikevin pêşiya pirosesa siyasî li Îraqê kirin û di vê çarçoveyê de her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê pirsgirêkên Îraqê bi diyalog û danûstandinê bên çareser kirin.
Top