• Friday, 06 February 2026
logo

“Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emî welatê berhemhênerê enerjiyê”

“Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emî welatê berhemhênerê enerjiyê”
Parlamenterekî berê yê Iraqê ragihand ku Tirkiya dixwaze bi rêya Kurdistanê re bibe 10emîn welatê berhemhênerê enerjiyê.

Elî Belo ji AKnewsê re daxuyand ku eger Herêma Kurdistanê rasterast petrolê henardey derve bike dê gelek pirsgirêkên xwe çareser bike û gaveke curî ber bi pêş ve bavêje.

Belo ronî kir ku Herêma Kurdistanê dikare piştî 3 salên din her roj milyonek bermîl henarde bike, Iraq jî niha milyon û 200 hezar bermîl henarde dike, eger yasaya petrol û gazê ya Iraqê jî bê pesendkirin piraniya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dê yekalî bibin.

Belo got jî, “Tirkiya dixwaze bi rêya lidarxistina konferansa navdewletî ya eneriyê li Hewlêrê re bazareke xwe peyda bike, ji ber konferans ji bal piraniya kompaniyên tirkî ve hate encamdan, Tirkiya niha 16emîn welatê berhemhênerê eneriyê li dinyayê ye û dixwaze bibe 10emîn welat.”

AKnews
Top