• Friday, 06 February 2026
logo

“Girewiyê li ser nakokiyên me û PDKê neke”

“Girewiyê li ser nakokiyên me û PDKê neke”
Parlamenterekî Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ragihand ku di çend rojên borî de li ser asta bilind a partiya wan, peyamek ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re şandine ku girewiyê li ser kurkirina pirsgirêkên navbera PDK û YNKê de neke. Endamekî serkirdayetiya YNKê jî ev yek piştrast kir û got: “Di civîna serkirdayetiyê de biryar li ser vê yekê hat dayîn.”

Parlamenterekî YNKê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ew yek eşkere nekir ku ew peyam bi awayê devkî yan jî nivîskî bû, lê got: “Ya giring peyam gihiştiye. Ji bo bizane ger li ser Serokê Herêma Kurdistanê gotinan bike, wê demê karekî xirab kiriye. Ji ber Mesûd Barzanî serokê tevayî Herêma Kurdistanê ye, ligel YNKê jî.”

Endamê serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd derbarê wê peyamê de ji Rûdawê re got: “Ew mijar di civîna serkirdayetiyê de behsa wê hat kirin. Piştre bi fermî ew peyam ji Malikî re hat ragihandin. Piştî Celal Talabanî vegeriya Bexdayê, di civîneke ligel Nûrî Malikî de helwesta YNKê derbarê krîza niha ya Iraqê de jêre ragihand ku girewiyê li ser pirsgirêkên navbera PDK û YNKê nekin.”

Eseserd wiha pêdeçû: “Malikî ji bo lewazkirina hevgirtina YNK û PDKê taktîkek hebû.” Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdisanê Dr. Fûad Hûsên jî di hevpeyvînek ku di hêjmara borî ya Rûdawê de hatî belavkirin, gotibû: “Armanca hatina Malikî ya ji bo Kerkûkê ew bû navbera PDK û YNKê de pirsgirêkan dirûst bike. Ji ber di wê baweriyê de bûn, wezîrên YNKê yên hikûmeta Iraqê wê beşdarî civîna civata wezîrên Iraqê ya li Kerkûkê bibin.”

Endama serkirdayetiya PDKê Evîn Hirorî di vê demê de şandina peyama YNKê ya bo Malikî ‘giring’ wesif kir û ji Rûdawê re got: “Niha ji hemû demê zêdetir pêwistiya me bi hevgirtina navxweyî heye. Ji ber bêguman Malikî dixwaza ji bo dîtina pirsgirêkên me û YNKê kar bike. Di vê dawiyê de destê xwe têxe nava yekrêziya Kurdan.”

Li aliyê din jî endamê polîtboruya YNKê Ednan Mûftî di hevpeyvînek ligel Rûdawê de ragihand ku cûdahiya navbera helwesta Barzanî û Talabanî ya li beramberî pirsgirêkên Iraqê, ne cûdahiya navbera YNK û PDKê de ye. Belkî cûdahiya berpirsyartiya herdu kesayetan a wekî serokkomar û serokê Herêma Kurdistanê ye. Mufti got: “Wekî du serkirdeyên kurd cûdahiyek berçav nîne, cûdahiya wan di dîtin û çawaniya mamelekirina ligel pirsgirêkan heye. Lê di warê meseleya stratejî de cûdahiyekî berçav nîne. Di rêkeftina pêncalî ya Hewlêrê ku serokkomar name îmze nekir, ji ber wê yekê bû serokkomare û divê bê alî be. Lê kek Mesûd li cihê PDK û YNKê îmze kir. Vêca ger xelk di wê baweriyê de bin ev cûdahiya navbera kek Mesûd û Talabaniye, ev ne wisan e, belkî berpirsyartiya wan cûda ye.”

Ednan Mûftî eşkere kir ku hê derfetê guftûgoyan ligel Malikî maye û got: “Ger girêdayî destûrê be.” Muftî derbarê gefa serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê belavkirina belgeyên li ser Malikî jî got: “Ez baş nabînim ku belge bên belavkirin.”

Rudaw
Top