CHPê giliyê Gul, Erdogan û Ozel kir
Li gor Ajansa Anadolu (AA) ya Tirkiyê, di daxwaznameya gilîkirinê ya pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kirî de, ligel leşker û sivîlên fermana ‘lêbide’ ya li gundê Roboskê dayî, personelên leşkerî yên ferman pêkaniyîn, kesên îstixbarata bombebaranê dayîn, personelên leşkerî yên gundî rawestandin û bingehê komkujiyê amadekirîn, wekîlê fermandarê alaya Bêjehê Huseyîn Onur, serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, serokwezîr Tayîb Erdogan, serfermandarê artêşa Tirk orgeneral Necdet Ozel û rayedarên Emerîka yên îsitbarat pejirandîn wekî tometbar cih digrin.
Di daxwaznameyê de tê gotin ku daxuyaniya serfermandariya artêşê ya piştî komkujiyê, li cihê bûyerê ronî bike, hewldan ku bi daxuyaniyan gel bi xapînin û bi vekirî sûc kirine. Herwiha daxuyaniyên kesê sax ji bûyerê rizgar bûyî û yên mixtarê gund jî cih digrin.
Di dawiya daxwaznameyê de tê gotin ku rayedarên serfermandarî û hikûmetê bi daxuyaniyên şaş, tometbaran diparêzin û hewl didin delîlan veşêrin.
Rudaw
