• Friday, 06 February 2026
logo

Sedir pêşwaziya nûnerekî Malikî nekir

Sedir pêşwaziya nûnerekî Malikî nekir
Çavkaniyeke agehdar ji hikûmeta Iraqê aşkere kir ku duhî şandeke Hevbendiya Dewleta Yasa ya ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, serdana bajarê Necefê kir daku hevdîtinekê digel Muqteda Sedir pêk bîne, lê Sedir pêşwaziya wan nekir.

Çavkaniyê ronî kir ku şanda han girîngtirîn serdkirdeyên Dewleta Yasayê û nûnerekî taybet ê Malikî li xwe girtibû.

Çavkaniyê amaje kir ku ji ber berê hevahengî ji bo serdana tune bû, Sedir pêşwaziya wê şandê nekir.

Li gor ajansa Kazimiye ya iraqî, serdana wê şandê wek wan ragihandiye ji bo gihandina helwesta Malikî bû derbarê civînên Hewlêr û Necefê bû.

AKnews
Top