• Friday, 06 February 2026
logo

Noceyifî: Nava Hefteyekî De Malikî Tê Guhertin

Noceyifî: Nava Hefteyekî De Malikî Tê Guhertin
Duh Serokê Parlementoya Îraqê Osame Noceyifî ragihand ku, di nava her du civînên Hewlêr û Necefê de Serokên aliyên siyasî yên Îraqê li ser vê yekê pêk hatine ku, Hefteyek derfetê bidin bi hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê daku, Serokwezîr Nûrî Malikî biguhre.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, aliyên siyasî yên Îraqê gehêştine vê biryare ku, pêwîste Malikî were guhertin û yek Hefte dem jî bo hevpeymaniya nîştimanî diyar kirine daku, di şûna Malikî de keseke din destnîşan bikin.

Kurdistan
Top