• Friday, 06 February 2026
logo

Dîmeşq, 5 kes di encama teqînekê de hatine kuştin

Dîmeşq, 5 kes di encama teqînekê de hatine kuştin
Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirov ragihand ku di encama teqînekê li navçeyeke paytexata Sûriya Dîmeşqê de, 5 kes hatine kuştin.

Li gorî nûçeya BBC, Rewangeha Sûriya di daxuyaniyekê de aşkere ku teqîn îro sibehê li navçeya Qabûn çê bû û di encamê de 5 kes mirin.

Navçeya Qabûn yek ji navçeyên ku xwepêşandanên rojane dijî rejîma Beşar Esed tê de derdikevin û gelek caran şer û pevçûn navbera leşkerên cudabûyî û hêzên artêşê li wir çê bûne.

Rewangehê ronî kir ku teqîn di encama bombeke vedayî de bû ku di nav xwaringehekê de hatibû danîn.

Çalakvanên Sûriya aşkere kirin ku duhî 32 kes li çend navçeyên Sûriya bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.

AKnews
Top