Pêncemîn pêşangeha navdewletî a bînasazî hat vekirin
Di destpêka merasima vekirina pêncemîn pêşangeha navdewletî a bînasaziyê de, gelek peyv hatin pêşkeş kirin. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî peyvek pêşkeş kir û wî di axavtina xwe de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê di waê aborî, bazirganî û sermayerazandinê de kir.
Wezîrê avadankirinê yê hikûmeta Kurdistanê, di peyvekê de spasiya komîteya amadekar a pêşangehê kir û ew pêngav, ji bona lihevnêzîkbûn û naskirina baştirîn amêr û alavên bînasaziyê, bi pênagev gelek giring wesif kir.
Di berdewamiya axavitina xwe de, wezîrê avadankirinê behsa rewşa aram a herêma Kurdistanê kir û got ku rewaş bi îstîqrar a herêma Kurdistanê ji bo encamdana karên hilbirînê û sermayerazandinê li herêma Kurdistanê, rewşwke minasib e.
