• Friday, 06 February 2026
logo

Heyeteke Dewleta Qanûnê Serdana Hewlêrê Dike

Heyeteke Dewleta Qanûnê Serdana Hewlêrê Dike
Duh Parlementera Parlementoya Îraqê ya ser bi lîsteya dewleta Qanûnê Betûl Faroq ragihand ku, lîsteya dewleta qanûnê dixwaze bi mebesta giftûgo kirin bi Serokatiya Kurdistanê re heyeteke xwe bişîne Hewlêrê.

Çavkanî eşkere kir ku, armanc ji serdana vê heyeta han giftûgo kirin di derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de û herwiha rola Hikûmeta Îraqê di derbarê çareser kirina kêşeyên heyî deye.

Faroq di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku, lîsteya dewleta Qanûnê bo şandina vê heyeta han amadekariyên xwe kiriye lê niha li benda bersifa Serokatiya Kurdistanê ne ka gelo ev heyeta han qebûl dike anjî na?

Kurdistantv
Top