• Friday, 06 February 2026
logo

Goran: Serok Barzanî Bi Ti Awayî Pêşiya Beşdarî Kirina Me Ne Girtiye

Goran: Serok Barzanî Bi Ti Awayî Pêşiya Beşdarî Kirina Me Ne Girtiye
Duh Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi lîsteya Goranê Serdar Ebdulah ragihand ku, di dema damezrandina Hikûmeta Îraqê de Serok Barzanî bo wergirtina Wezaretekî ji aliyê lîsteya me ve mercek danî bû û dibaya li gorî vê merca han me beşdariya îêtilafa firakisyonên Kurdistanî kirina heta ku, Wezaretek ji me re hatiba dayîn lê pişt re Serok Barzanî ev merca han hilweşand.

Nav hatî eşkere kir ku, beriya hilweşandina merca destnîşankirî ji aliyê Serok Barzanî ve me weke lîsteya Goran biryar dabû daku, bi ti awayî beşdariya Hikûmeta Îraqê nekin û di vê derbarê de jî me beyannameyek pêşkêşî raya giştî kiribû.

Kurdistan
Top