Nêçîrvan Barzanî: Divê parlamento bi hûrî çavdêriya hikûmetê bike
Di civînekê de seroaktiya hikûmeta herêma Kurdistanê û serokatiya parlamentoya Kurdistanê hevkarî û hevahengiya di navbera hikûmet û parlamentoyê de hat minaqeşe kirin. Herwesa di civînê de serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê û hevdîtinên bi mezine berprisên Tirkiyeyê re hat nirxandin. Beşdarên civînê serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê û civînên digel berprisên Tirkiyeyê di warê siyasî, aborî, bazirganî, hilbirîn, enerjî û samanên xwezayî de bi serkeftî wesif kir.
Serokê hikûmetê di axavtinekê de amadeyîya hikûmetê ji bo hevkarîkirina komisyonên parlamentoyê û amadebûna wezîrên hikûmetê di civînên parlamentoyê û komîteyên parlamentoyê de nîşan de û got:
-Hikûmeta herêma Kurdistanê, ji min û heta hemû wezîrên hikûmetê em amadene biçin pêşiya parlamentoyê û lêpirsîn bi mer bê kirin. Hikûmet ji bo bersivdana her pirsiarekê û şopandina wan pirsiyaran amadeye û divê ev pirse bê bisazîkirin, ji ber ku armanca me bisazîkirina saziyên hikûmetê ye.
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser têkeliyên saxlem di navbera hikûmet û parlamentoyê de kir û got:
-Karê parlamentoyê çavdêrîkirina hikûmetê ye û parlamneto divê bi hûrî çavdêriya kar û xebatên hikûmetê bike. Divê peywendiyeke saxlem di navbera hikûmet û parlamentoyê de hebe û divê her aliyek karê xwe bike, nabe parlamento karê hikûmetê bike û hikûmet jî nabe karê parlamentoyê bike.
Serokatiya parlamnetoya Kurdistanê însîyativa serokatiya hikûmetê, serdan parlamnetoyê û encamdana vê civînê, bilind nirxand û tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera hikûmet, parlamneto û komîteyên parlamentoyê kir.
Her du aliyan tekîd li ser berdewamkirina civînên navbera seroaktiya hikûmetê û serokatiya parlamentoyê ji bona zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan û cîbicîkirina yasayan, kir.
