HPG: Li Mêrdîn û Şirnexê 9 leşker hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat gotin:” Di 20'ê Gulanê de di saet 21.30'an de li navçeya Mahsertêya Mêrdînê li dijî Qereqola Gundê Xerzikêêrebo ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin; “Di 21.'ê Gulanê de (îroj) di saet 06.00'an de li dijî çepereke heman qereqolê ku 8 leşker lê kom bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne. Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarêm xwe bi embûlans û helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li Qilabanê de jî ev agahî da; “Di 20’ê Gulan, saet di 13.00 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê, ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên dijminên li girê Meymûnê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hat lidarxistin de 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, gerîlayek ê me jî gihiştiye şehadetê.”
Di daxuyaniyêd e hat gotin; “Di encama pevçûnên ku ji 18’ê gulanê ve li vê herêmê berdewam dikin de zêdetirê 18 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin û 3 gerîlayên me şehîd bûne. Beriya niha me dabû diyarkirin ku têkiliya me ji gerîlayek ê me qut bûye, piştre me agahî girt ku şehîd bûye. Gava nasnameya her sê gerîlayên me ji aliyê me ve hat zelalkirin, em ê aşkere bikin.”
ANF
