Belgeyên Artêşa Tirk Dêrsimî jî kirin Tirk!
Artêşa Tirk got; “Gelê Dêrsimê ji nijada Tirk hatine û ji girseyek mirovan a xwecih pêk tê. Di salên dema zayînê (mîlad) de Tirkên Ogûz hatine û beşdarî nava vê girseyê bûne”. Ev îdîa jî ya yek ji mîmarên Qirkirina Dêrsimê Korgeneral Abdullah Alpdogan bû.
Di belgeya bi dîroka 28ê îlana 1938an ya bi îmzeya Waliyê Dêrsimê yê wê demê û Fermandar Korgeneral Abdullah Alpdogan a ku Serfermandariya Tirk ji Komîsyona Daxwaznameyan a Dêrsimê ya Meclîsê re şandî de tê gotin ku Dêrsimî ne Kurd in, Tirk in.
Di belgeya bi îmzeya Alpdogan de wiha tê gotin:
‘Gelê Dêrsimê ji nijada Tirk hatine û ji girseyek mirovan a xwecih pêk tê. Di salên dema zayînê (mîlad) de Tirkên Ogûz hatine û beşdarî nava vê girseyê bûne. Heft an jî heşt sal piştî zayînê, artêşên Cengîzxan û Ahfandiyan hatin Anatolya û Iraqê, Tirkên li Xoresanê ji ber vana reviyan û hatin li Dêrsimê bi cih bûn.”
