• Friday, 06 February 2026
logo

Celal Talebanî Û Nûrî Malikî Rewşa Îraqê Nirxandin

Celal Talebanî Û Nûrî Malikî Rewşa Îraqê Nirxandin
Duh Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî û Serokwezîrê vê welatî Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan û rewşa siyasî ya Îraq û kêşeyên heyî yên di navbera aliyên siyasî de giftûgo kirin.

Di derbarê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de Serokkomarê Îraqê tekez li ser vê yekê kir ku, diyalog û danûstandin rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên heyî li welate.

Her îro Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê kir daku bi mebesta giftûgokirin bêyî diyar kirina ti merc û şertekî li Bexdayê de amadebin û bihevre dest bi diyalog û giftûgo kirina çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî bikin.

Kurdistantv
Top