• Friday, 06 February 2026
logo

Li Sûriyê duhî 63 kes hatine kuştin

Li Sûriyê duhî 63 kes hatine kuştin
Çalakên şoreşa Sûriyê ragihandin ku duhî, li Sûriyê 33 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê hatine kuştin.

Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku kuştiyên duhî, piraniya wan li bajarên Hemayê ne, tenê li gundên Hemayê ji ber bombebarana bi balafiran 41 kes hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, ku di nav kuştiyan de zarok û jin jî hene.

14 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top