• Friday, 06 February 2026
logo

Sedir: Dewleta Yasa nexwast tevlî civînê be

Sedir: Dewleta Yasa nexwast tevlî civînê be
Îro şandeya Herêma Kurdistanê ku pêkhatibûn ji Dr.Berhem, Fûad Mesûm, Dr. Roj Nurî Şawêz û Hoşyar Zêbarî ber bi bajarê Necefê rê ketin taku beşdarî civîna aliyên siyasî li Êraqê bin û civîn li mala Moqteda Sedir hate lidarxistin.

Piştî civînê Moqteda Sedir di kongireyekî rojnamevanî de, ragihand ku civîna îro berdewamiya civîna Hewlêrê bû û hevpeymaniya dewleta yasa nexwast beşdarî civînê be.

Her weha serokê encûmena Nûneran Osame Nocêyfî daxuyakirin ku îro yekrîziya li Êraqê girîng e taku gelê Êraqê ji qeyrana heyî rizgar be.

Di civînê de serokê Kongireya Nîştîmanî Ehmed Çelebî û Hevpeymana Kurdistanê, şandeya hevpeymana El-Eraqiye û hijmarek ji kesayetiyên siyasî û nûnerên aliyên siyasî amade bûn.
Top