• Friday, 06 February 2026
logo

Keçika weke “periyê“ hate kuştin!

Keçika weke “periyê“ hate kuştin!
Melissa Bassi ya 16 salî, bi xweşikbûna xwe di nava hevalên xwe de navdar bû.

Heta hevalên wê jê re digotin "Rû perî". Hevalên wê di rûpelên xwe yên Facebookê li ser wê nivîsîne ku wê bi kenê xwe pola dibistanê ronahî dikir. Her demê aramî dida hevalên xwe.

Li gor hevalên wê behs dikin, Melissa Bassi perwerdeya modatiyê (Nûtiya demdemî) didît û xelaya wê ew bû ku bibe modevaneke navdar. Lê, bê ku xeyalên xwe pêk bîne hate kuştin.

Sibeha roja şembiyê dema diçû dibistanê di encama teqîna 3'ê bombeyên gazê de jiyana xwe ji dest da. Hevala wê Veronica jî giran birîndar bû û niha li nexweşxanê ye. Beramber vê rewşê niha welatê Îtalya şîn girêda ye.

Avestakurd
Top