• Friday, 06 February 2026
logo

Krîza alê ya navbera Tirkiye û Iraqê de mezin dibe

Krîza alê ya navbera Tirkiye û Iraqê de mezin dibe
Duh li bajarê Besrayê nêzî 200 çalakvanan li pêşiya konsolxaneya Tirkiyê kom bûn û bi cihbûna cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî ya li Tirkiyê şermezar kirin. Wezareta derve ya Tirkiyê şewitana alê şermezar kir.

Çalakvanan gefa wê yekê li Tirkiyê kirin ku ‘Ger Enqere Haşimî teslîm neke, wê malên Tirkiyê boykot bikin.’ Çalakvanan ala Tirkiyê şewitandin û dirûşmeyên ‘Na, na, Tirkiye’ û ‘Bila Tirk biçin derve’ avêtin. Çalakvanan belavokên li ser nivîsandî, ‘Em 15 rojan dem didin Tirkiyê û ger daxwazên me neynin cih, wê şirketên Tirkiyê bikin armanc’ belavkirin.

Serokê Sendîkaya Yekîtiya Karkeran û organîzasyonê çalakiyê Hesen Hemdî el-İzzî got: “Em destlêwerdana hikûmeta Tirkiyê ya li karûbarên Iraqê şermezar dikin. Dixwazin navbera gelê Iraqê de şerê mezhebî dirûst bikin, Tariq Haşimî diveşêrin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de şewitandina ala Tirkiyê ya li Besrayê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em êrişa pîs a li dijî alê bi tundî û nefret şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku wê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu derbarê vê mijarê de bi Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî re bi telefonê biaxive.

Rudaw
Top