Duhî, li Sûriyê 36 kuştî hebûn
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku, 36 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Heleb û Şamê ne.
Çalak diyar dikin ku li çend deverên Şamê şer û pevçûnên tund di navbera artêşa rejîmê û artêşa Sûrî ya azad de derketine û di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.
14 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar û 500 kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
