• Friday, 06 February 2026
logo

Mistefa: Me ji konsulê Îranê li Hewlêrê îzahat xwest

Mistefa: Me ji konsulê Îranê li Hewlêrê îzahat xwest
Berpirsê karûbarên derve yê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, diyar kir, li bara îdiayên Îranê bo hebûna “navendên sîxuriyê” yên Îsraîl li Herêma Kurdistanê, bangî konsulê Îranê li Hewlêrê kirine û daxaza belge lê kirine.

Felah Mistefa got, em nizanim çima konsulê Îranê li Hewlêrê car car îdiayên wiha tîne ziman, ji ber wê me bi fermî ew bangî navenda karûbarên derve ya herêmê kir û ji wî hat xwestin, bi belge îdiayên xwe nîşan bide lê tu belgeyek li cem tunebû.

Mistefa, diyar kir, her wiha hikûmeta herêmê daxaz ji wezareta derve ya Iraqê kiriye, bi fermî daxaz ji Îranê bike li bara îdiayên wiha de daxuyaniyekê bidin û wiha pêde çû:

“Tu belgeyekî wan li bara hebûna hêzên îsraîlî li Herêma Kurdistanê de tune, ji ber ku tenê dixazin arîşe bo herêmê çêkin.”

Hefteya borî, hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi fermî bersiva daxuyanî û îdiayên konsulê Îranê li Hewlêrê li bara hebûna “navendên sîxurî” yên Îsraîl li Kurdistanê dabû û gitibû, êdî hikûmeta herêmê li hember van îdiayên bêbin ên berpirsên Îranê bêdeng namîne.

AKnews
Top