• Friday, 06 February 2026
logo

Barzanî daxwaza pesendkirina yasaya petrol û gazê dike

Barzanî daxwaza pesendkirina yasaya petrol û gazê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêdiviye samanên siruştî ji bo xweşkirina jiyana xelkê Iraqê bê bikaranîn û bal kişand ku divê Parlamentoya Iraqê di zûtirîn dem de projeyasaya petrol û gazê ya Iraqê pesend bike.

Îro, li bajarê Hewlêrê yekemîn konferansa meydanî ya enerjiyê ya navdewletî dest pê kir û tê de Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de ronahî xiste ser siyaseta petrolê ya herêmê û rewşa niha ya Iraqê.

Barzanî got, “Em li herêmê hêvîdarin samanên siruştî bibe sedema baştirkirina jiyana hemû gelên Iraqê, hatina Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiya bo herêmê nîşana têkiliyên bihêz ên Herêma Kurdistan û Tirkiya ye, em dikarin enerjiyê ji bo xweşkirina welatiyan bikar bînin ne ji bo nexweşî û şer.”

Barzanî wiha pê de çû, “Niha Tirkiya mezintirîn hevbeş û veberhêner e li herêmê, em kêfxweşin têkiliyên me digel Tirkiya derbasî qonaxeke nû di warê enerjiyê de bûne, em vê têkiliyê bilind dinirxînin, em ê li gor destûrê Iraqê berdewam bin li ser siyaset û karên xwe di warên petrolê de, petrol û gaza herêmê dê rolekî wê yê girîng di peydakirina enerjiyê li Cîhanê de hebe.”

Serokwezîrê Herêmê got jî “Di heyama 5 salên borî de, me gavên rast û drust di warê petrolê de avêtine, belge li ser vê yekê jî ew pêşketinên li Herêma Kurdistanê bi dest hatine, em daxwaz dikin yasaya petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê di zûtirîn dem de bê pesendkirin daku li gorî yasa û destûr reftar digel petrola herêmê bê kirin.”

Barzanî axaftina xwe wiha domand, “Em pêgirê destûrê Iraqê ne, ew pêgiriya me jî ji bo avakirina paşerojeke geştire ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.”

AKnews
Top