Serokê Herêma Kurdistanê û Dr. Eyad Elawî û Usame Nucêfî civiyan
Li civînê de, gelek bi hurî behsa wan tengasiyên siyasî kirin ku dûçarî Iraqê bûye û aliyê amadevan jî tekez li berdewamiya helwesta xwe ya berê kir ku li civîna pênç qoliya Hewlêrê da hatibû berceste kirin.
Di derbarê vê civîna çaverêkiriya Necef jî ku li ser bangehişt û serpereştiya raste rasta Semaheta Seyîd Muqteda Sedir û bi amadebûna nûnerên aliyên li nav hevpeymaniya nîştimanî û lîsta El Iraqiye û hevpeymaniya Kurdistanî de tê encamdan, biryar dan şanda hevpeymaniya Kurdistanî ya Necef ji van rêzdaran pêk bê (Dr. Roj Nurî Şaweys, Dr. Berhem Ehmed Saleh, Hoşyar Zêbarî, Dr. Fuad Me'sum) û biryare li vê civînê de helwesta nû ya aliyan civîna meha derbasbûyî ya bajarê Hewlêrê piştî temambûna muhleta (15) rojî bê guftûgokirin.
