Erdogan Amed, Mêrdîn û Wanê dixwaze
Serokwezîr Erdogan dibêje ku, her çiqas Mêrdîn di destê me de be jî, bandora navçeyan bi taybet jî a Qoserê li ser bajarê navendî zêdeye. Em naxwazin li wan derana wenda bikin.
Erdogan di hilbijartinên borî de jî pirr li ser Amedê sekinîbû, lê BDPê di hilbijartinên herêmî de bi ferqeke mezin şaredarî qezenc kiribû.
Li aliyê din hevserokê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, daxwaza serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku di civîna dîwana serokên bajaran yên AKPê de diyar kiribû ku, ew şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dixwazin, bi tinazî bersivand.
Selahattîn Demîrtaş, "Serokwezîr şaredariyên Amed, Şirnex û Wanê dixwaze. Em jî şaredariyên bajarên Parîs, Roma û New Yorkê dixwazên lê nabe. Ku çiqas ev bajarên ku em dixwazin, girtin zor û xeyal e, girtina ew bajarana yên serokwezîr dixwaze jî ewqas zor û xeyal in. Em ê şaredariya Mêrdînê di vê heyamê de bigrin, ku Mêrdîn bibe bajarê mezin, em ê rehet bigrin."
Avestakurd
