• Friday, 06 February 2026
logo

Li Bêdlîsê 6 cerdevan ji aliyê HPGê ve hatin binçavkirin

Li Bêdlîsê 6 cerdevan ji aliyê HPGê ve hatin binçavkirin
Şeva din li gundê Çeltiklî yê navenda Bêdlîsê rê ji aliyê gêrîllayên HPGê ve hat kontrolkirin. Di endamê de 6 cerdevanên beşdarî operasyona ku 15 gêrîllayên jin ên HPGê jiyana xwe ji dest dayî bûne, ji aliyê gêrîllayan ve hatine binçavkirin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê, gêrîllayên HPGê duh bi şev li nêzî gundê Çeltîklî yê navenda Bêdlîsê rê kontrol kirin. Konvoya 3 erebeyî ya dixwest biçe Bêdlîsê hat rawestandin û kontrola nasnameyan hat kirin.

Piştî kontrola nasnameyan, ji cerdevanên gund mûxtar Arafat Melek, Îlyas Demir, Davut Melek, Fesîh Bodur, Sedîq Bodur û Burhan Çapar hatin binçavkirin.

Rudaw
Top