Li Sûriya, 27 kes duhî hatine kuştin
Ofîsa Mafên Mirov a ENSê di daxuyaniyekê de ku gihiştiye AKnewsê, ragihand ku duhî bi giştî 27 kes li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin ji wan 3 zarok û 3 jin in.
Li gorî daxuyaniyê, 9 li Hims, 7 li Idlib, 3 li Hema, 3 li Dera, 2 li Heleb, 4 li navçeyên derdora Dîmeşqê û yek li Dêrezorê hatine kuştin.
Ofîsê tevî ku berdewamiya kuştina welatiyên sivîl ji bal hêzên ewlekariya Sûriya ve şermezar kir, daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku kar ji bo rawestandina tundiya li Sûriya bikin.
AKnews
