Serokatiya Herêmê kuştina çend leşkerên Tirkiya şermezar kir
Pêncşema borî, di encama şer û pevçûnekê navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiya de, 3 efserên artêşê li navçeya Hatay hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Peyvdarê fermî yê Serokatiya Herêmê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em wek Serokatiya Herêma Kurdistanê wî şer û kuştarî bi tundî şermezar dikin û bi baweriya me ziyaneke mezin digihîne hewlên aştiyê.”
Serokatiya Herêmê got jî, “Ew êriş û kuştar bê encam e û xizmeta ti aliyekî nake û divê rêya aştiyane bigire ber.”
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, “Gelek caran me tekîd kiriye ku ev curên karan xizmeta gelê Kurdistanê û prosesa demokarsiyê li navçeyê nake.”
AKnews
