Nêçîrvan Barzanî vegeriya Kurdistanê
Di vê serdana xwe de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel mezine rayedarên Tirkiyeyê gelek mijar û pirsên taybet bi têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de minaweşe kirin. Her du aliyan amadeyîya xwe ji bo pêşvebirina têkeliyên di hemû waran de, bi taybetî hilbirîna di warê enerjiyê de, nîşan da û tekîd li ser wê yekê kir ku kompaniyên tirkî bi awayekê berfirehtir li herêma Kurdistanê hilbirînê bikin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û berprisênTirkiyeyê , rewşa aloz û kirîza siyasiya Îraqê nirxand û tekîd li ser çareserkriina arîşeyan bi rêya diyalog û li gor destûra Îraqê kir.
Emniyeta ser sînoran pirseke din a giring a hevdîtanan bû. Di vî warî de her du aliyan tekîd li ser parastina emniyeta ser sînorên navbera herêma Kurdiatnê û Tirkiyeyê kir.
Li dor pirsa kurdî û çalakiyên leşkerî û PKKê jî, serokwezîrê Kurdistanê careke din tekîd kir ku, ew pirs bi metodên leşkerî û bikaranîna şidetê çareser nabe û ew pirs bi tenê bi rêyên aşitî, siyasî û diyalogê çareser dibe.
