• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Beşîr Atalay li Enqereyê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Beşîr Atalay li Enqereyê civiyan
Di berdewamiya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, Duh Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û heyeta pê re ji aliyê Beşîr Atalay cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê ve li Enqereyê hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de ku, Îbrakîm Kalin serokê rawêjkarên serokwezîrê Tirkiyeyê û ji aliyê şandeya Kurdistanê ve Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Xisrew Gul serokê emiyeta Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emnî hat minaqeşe kirin.

Di vê civînê de, rewşa emnîyeta ser sînorên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat nirxandin û her du aliyan tekîd li ser parastina emin û asayîşa ser sînoran kir. Her du alî li ser wê hizirê hevfikir bûn ku pirsa emniyeta ser sînoran pirseke hevbeş a her du aliyan e û pêwîste mekanîzma parastina sênoran li ser esasê parastina berjewendiyên hevbeşên her du aliyan be.

Kirîza siyasîya Îraqê mijareke din a civînê bû û her du aliyan tekîd li ser çareseriyên bi rêya aşitî û diyalogê kir.
Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re piştî sedaneke du rojî bo Tirkiyeyê û hevdîtinên digel serokomar, serokwezîr û wezîrê derve yê yê Tirkiyeyê îro dê vegerin bo herêma Kurdistanê.
Top