Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqereyê civiyan
Hevdîtina serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta Tirkiyeyê Erdogan li avahiya serokwezîriyê pêkhat. Hevdîtina herdu serokwezîran ji bo medyayê girtî bû. Hevdîtinê nêzikî seetek û nîvê berdewam kir.
Di vê hevdîtinê de herdu aliyan li ser rewşa herêmê, Iraq, Kurdistan û Tirkiye sekinîn.
Li ser girîngiya pêwendiyên di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de her du alyan tekîd li ser berdewamî û pêşdebirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê kirin.
