Serokê PKê: Em kar ji bo nehêştina cezayê bidarvekirinê dikin
Di gotûbêjê de ku duhî birêve çû, hejmarek parlamenter, yasanas û pisporên mafên mirov û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Serokê PKê Erselan Bayiz di peyvekê de ragihand ku PKê niha hewl dide cezayê bidarvekirinê li Herêma Kurdistanê nemîne, lê nehêlana wê tawanê pêdivî bi rêkxistineke yasayî heye.
Bayiz got jî, “Niha li hemû welatên dinyayê ew ceza ber bi nemanê ve diçe, lewra em jî dixwazin vê yekê pêk bînin.”
Bayiz amaje kir ku li ti welatekî ji ber cezayê bidarvekirinê tawan kêm nebûne.
AKnews
