• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê PKê: Em kar ji bo nehêştina cezayê bidarvekirinê dikin

Serokê PKê: Em kar ji bo nehêştina cezayê bidarvekirinê dikin
Li hola Saed Ebdila li bajarê Hewlêrê, Komîteya Mafên Mirov a Parlamentoya Kurdistanê (PK) bi hevkariya rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê, gotûbêjek derbarê nehêştina cezayê bidarvekirinê li herêmê rêkxist.

Di gotûbêjê de ku duhî birêve çû, hejmarek parlamenter, yasanas û pisporên mafên mirov û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Serokê PKê Erselan Bayiz di peyvekê de ragihand ku PKê niha hewl dide cezayê bidarvekirinê li Herêma Kurdistanê nemîne, lê nehêlana wê tawanê pêdivî bi rêkxistineke yasayî heye.

Bayiz got jî, “Niha li hemû welatên dinyayê ew ceza ber bi nemanê ve diçe, lewra em jî dixwazin vê yekê pêk bînin.”

Bayiz amaje kir ku li ti welatekî ji ber cezayê bidarvekirinê tawan kêm nebûne.

AKnews
Top