• Friday, 06 February 2026
logo

Spasnameya Serok Barzanî ya ji bo beşdarvanên rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî Şêx Ebdulla Barzanî

Spasnameya Serok Barzanî ya ji bo beşdarvanên rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî Şêx Ebdulla Barzanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo bi dawî hatina rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî Şêx Ebdulla Barzanî yê pismamê min ku kesayetiyekî mirovdost û paqij û civakî û ji ehlê tesewifê bûye û yek ji murîdê herî nêzîkên Şêx Ehmed bûye û li cem Barzanî jî gelek xweşdivî bûye û li tevgera rizgarîxwaza gelê me de Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bûye û bi sedema Kurdperwerî û helwesta şoreşgeriyê derbederiyê gelek dîtiye û hatiye nefî kirin û ji wê dema ku termê nemiran vegeriyan axa Kurdistanê û li Barzan bi ax hatin spartin serpereştiyarê Mezarê Nemiran bûye û nûnerê min ya pêşwazîkirina mîhvanan bûye ku tu demekî cihê wî bi hêsanî nayê pir kirin. Bi erkê ser şanê xwe dizanim spasiyeke germ û pêzanîn û rêz û hûrmetên bê‌ payan pêşkêşî wan hemû rêzdaran bikim ku bi amadebûn yan bi şandina peyaman hevxemiyê beşdarî serxweşiyê kirin. Bi vê yekê jî xem û kovana me kêm kirin, xwedayê mezin padaştê xêr û qenciya wan bide.

Spasiyeke taybetî pêşkêşî cenabê Mam Celal Serok Komarê Iraqa Federal dikim ku bi pirsenameyekî bi soz hevxemiya xwe wekî birayek derbirî.

Li heman demî de spasî rêzdar Serokê Parlemena Iraq û Sekreter û Serokê hemû Partî û aliyê siyasiyên Iraqî û Kurdistanî dikim ku bi her awayekî li vê serxweşiyê de beşdarbûn.

Spasî Wezîrên Hikûmeta Federal û Serokê Parlemena Kurdistanê û Endamên Parlemen û Wezîrên Hikûmeta Herêmê, Encumena Bilinda Dadwerî û Berpirsên Serbazî û Hemû Îdariyên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikim ku beşdarî vê pirse û serxweşiyê da kirin.

Spasî Serok Eşîrên Erebî li Iraq û Serok Eşîrên Kurdistan û kesayetî û hemû mamostayên ola pîroza Îslam û rihspiyên rêzdarê ola Êzdî û Mesîhiyan dikim ku li nêzîk ve beşdarî serxweşiyê kirin û hevxemiya xwe ragihandin û her hemûyan bi hestekî bilind û sozekî germê birayane û dostane ve zehmetiya rê kişandin.

Spasî xuşk û birayê Kurdên me yên li beşên dinê Kurdistan û revenda Kurdistanî li welatên derve dikim ji bo derbirîna hevxemiya xwe û spasiyên bê payan jî pêşkêşî malbatên rêzdarê şehîdan dikim.

Spasî hemû cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê dikim ku ji bajarên Kerkûk, Hewlêr, Dihok û Silêmanî û hemû cîh û navçeyên dinê Kurdistanê beşdarbûn û gelek rêz û hûrmeta me ji bo welatiyên hêjayê Turkmen, Kildan, Aşurî, Suryaniyan heye.

Spasiyeke taybet ji bo hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Zêrevanî, Polîs, Asayîş û dezgehên ser bi Wezareta Pêşmerge û Navxo û ewên din ku li çend roja birêveçûna pirsê da hevsoz û hevxem bûn. Ji bo giringîdana wan ya vê rêwresmê spas ji bo dezgehên ragihandinê.

Xwedayê mezin pişt û penaya hemû aliyek bê û ji hemû derd û bela û nexweşiyek wan biparêzê.



Mesûd Barzanî
Bi navê malbat û kesukarê xwedê jêrazî
17/05/2012
Top