• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Tevgera Çaksaziya Nîştimanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Tevgera Çaksaziya Nîştimanî kir
Duh pênçşem 17/05/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya her du rêzdar Seyîd Ebdulezîz El Temîmî û Seyîd Ebdulrezaq Ebas Endamên Mekteba Siyasiya Tevgera Çaksaziya(Reform) Nîştimanî kir.

Li hevdîtinê de, her du rêzdaran ji bo koça dawiya Şêx Ebdullah Barzanî pismamê wî bi navê Dr. Îbrahîm Ceferî Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Nîştimanî û Serokê Tevgerê û Mekteba Siyasî ve pirse û serxweşiya xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî spasiya wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Top