• Friday, 06 February 2026
logo

Rewşa xwendingehên ehlî û navdewletî li Kurdistanê

Rewşa xwendingehên ehlî û navdewletî li Kurdistanê
Bi armanca diberçavrederbaskirina yasa û rênmayîyên xwendingehên ehlî û navdewletî li herêma Kurdistanê, duhî(17.05.2012), wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Îsmet Mihemed Xalid, bi amadebûna nûnerê wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî, civînek digel rêvebir û serperiştkarên xwendingehên ehlî û navdewletîyên herêma Kurdistanî saz kir.

Di destpêka civînê de, wezîrê perwerdeyê kar û çalakiyên xwendingehên ehlî û navdewletî bilind nirxandin û got ku wezareta perwerdeyê, ji bona geşepêdana perwerdeyê û xandinê li herêma Kurdistanê, amadeye hevkariya wan xwendingehan bike.

Wezîrê perwerdeyê got:
-Serkeftina xwendingehên ehlî û navdewletî li herêma Kurdistanê, em bi serkeftina xwe dizanîn. Divê kar û xebatên hemû aliyan di berjewendiya nifşê pêşerojê de bin. Divê hemû xwendigehên ehlî û navdewletî li herêma Kurdistanê girêdayî yasa û rênmayîyên wezareta perwerdeyê bin.

Xalid got jî ku ew bernameyê ji wan xwendingehên ehlî û navdewletî re hatiye dananm bi taybetî perwerdeya olî û kulturê kurdistanê û babetên civakî cîbicî bikin.
Top