Dîsa balafirên Tirkiyeyê sînorê Herêma Kurdistanê derbaz kirin
Li gor nûçeyeke malpera Rûdawê, Roj Welat endamê komîteya peywendiyên derve yên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihandiye, ku îro berî dema nîvroj çend firokeyên cengî ên Tirkiyê asmanê Herêma Kurdistanê bezandin û zêdetirî saetekê bi ser deverên Qendîlê de geriyan.
Roj Welat herwisa ji Rûdawê re ragihandiye, ku heta niha diyar nîne ka evan firokeyan cihek bombebaran kirine yan jî na.
Endamê komîteya peywendiyên derve yên KCK weha daxuyand, “Firokeyên cengî yên Tirkiyeyê xêncî binarê Qendîlê, bi ser deverên Şêladizê, Bamernê û zincîre çiyayên Gare de jî zivirîne.”
Ji aliyê xwe ve, li gor ajansa ya nûçeyan a Feratê (ANF) li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balafirên şer yên ji Balafirgeha Leşkerî ya 2yem, Fermandariya Hêzên Hewayî ya Taktîkî rabûn ber bi qadên operasyonê ve çûn.
Li aliyê din li herêma Hatay, Amed, Bedlîs, Sêrt û Çewlikê operasyonên leşkerî didomin. Duh jî balafirên ji Amedê rabûn sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kiribûn.
AKnews
