Li Sûriyê duhî 40 kes hatine kuştin
Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku kuştiyên duhî, piraniya wan li bajarên Hums û Deraayê ne.
Ji aliyekî din ve, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ragihand, ku di nav kuştiyan de 15 kes li meydanan hatin qirkirin di nav de melayê mizgeftekê, xwendekarekî zanîngehê û welatiyekî filistînî ye.
Herwiha çalakan aşkera kir ku tenê duhî 150 kes hatin girtin û kes nizane cihê wan li ku ye.
14 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
