• Friday, 06 February 2026
logo

Li Sûriyê duhî 40 kes hatine kuştin

Li Sûriyê duhî 40 kes hatine kuştin
Çalakên şoreşa Sûriyê ragihandin ku duhî, li Sûriyê 40 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê hatine kuştin, jê 15 kes hatine jinavbirin.

Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku kuştiyên duhî, piraniya wan li bajarên Hums û Deraayê ne.

Ji aliyekî din ve, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ragihand, ku di nav kuştiyan de 15 kes li meydanan hatin qirkirin di nav de melayê mizgeftekê, xwendekarekî zanîngehê û welatiyekî filistînî ye.

Herwiha çalakan aşkera kir ku tenê duhî 150 kes hatin girtin û kes nizane cihê wan li ku ye.

14 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top