• Friday, 06 February 2026
logo

PKK: 15 hezar gerîlla jî şehîd bûne

PKK: 15 hezar gerîlla jî şehîd bûne
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku zerera aborî ya şerê artêşa Tirkiyeyê li dijî gerîllayên PKKê dora 350 milyar Dolaran e. PKK jî dibêje ku ew zerer bi gellekî ji van hejmaran zêdetir in.

Roja 03.05.2012ê li bajarê Stenbolê, pêncemîn konferansa cilên amade bi gotineke Erdogan dest pê kir. Erdogan amaje da bihêzbûna aboriya Tirkiyeyê di van salên dawî de û got “digel krîza aborî, ku seranserê cihanê lixwe girtiye, lê îro Tirkiye, piştî Çînê, di warê mezinbûna aborî de di rêza duyem de tê.” Erdogan herwiha yekemcar behsa zererên diravî yên şerê dewleta Tirkiyeyê li dijî PKKê di hundirê 30 salên borî de kir û got: “Hejarî li başûr-rojhilatê welêt rengvedana pirsgirêka terorê ye. Heya îro dewletê 350 milyar Dolar di şerê li dijî terorê de xerc kiriye.”

Herçiqasî ev cara yekê ye ku di dema 10 salên desthilata wî de Erdogan bi hejmar zererên diravî yên şerê dewleta Tirkiyeyê û PKKê diyar dike, lê heya niha ev hejmar ji aliyê ti dezgeheke taybetmend ya Tirkiyeyê ve nehatiye piştrastkirin. Di heman demê de hinek çavkaniyên nêzîkî artêşa Tirkiyeyê di sala 1998ê de, berî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyê derkeve, amaje dabûn ku ziyanên diravî yên dewleta Tirkiyeyê 350 milyar Dolar derbas kirine.

Derbarê agahiyên serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan de, endamê komîteya pêwendiyên derve yên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Roj Welat ji Rûdawê re daxuyand: “Daku bê zanîn ziyan çiqas in, pêwist e lêkolîneke zanistî ya berfireh û meydanî bê kirin. Lê gumana me ji wê yekê nîne ku xisara diravî ya Tirkiyeyê pirr zêdetir e ji hejmara ku Erdogan dibêje.” Bi baweriya Roj Welat, şerê 30 salên borî di navbera gerîllayên PKKê û dewleta Tirkiyeyê de, ji xeynî xisarên diravî, xisareke moralî ya pirr mezin jî gihandiye Tirkiyeyê: “Di encama şerê çeteyan yê ku di nav damarên dewleta Tirkiyeyê de asê maye, bazirganiya madeyên hişber hemû warên dewleta Tirkiyeyê li xwe girtiye. Li gor statîstîkên fermî yên dewleta Tirkiyeyê, di encama wî şerî de 40 hezar kes bûne gorî ku 17 hezar û 840 ji wan sivîl in.” Derbarê zererên gerîllayên PKKê de jî, Roj Welat dibêje: “Dora 15 hezar gerîlla şehîd ketine.”

Lêkolerê zanîngeha Gazî: Zerer 250-500 milyar Dolar in

Ji dema destpêkirina şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de, ku di 15.08.1984ê de ji aliyê PKKê ve hat ragihandin, heya niha çend statîstîkên nefermî derbarê ziyanên wî şerî hatine belavkirin. Di vê bareyê de pisporê pirsa Kurd û mamosteyê zanîngeha Gazî li Stenbolê, Husên Yaman, ji Rûdawê re got: “Ji dema ku şerê dewleta Tirkiyeyê û PKKê dest pê kiriye, statîstîkên cuda derbarê ziyanên vî şerî de hatine belavkirin, ew statîstîk ji 250 milyaran dest pê dikin û digihin 500 milyar Dolaran. AKP di bernameya xwe de mikur tê ku pirsgirêka nehiştina terorê bûye barekî giran li ser Tirkiyeyê û gellek pere tê de hatine xerckirin. Ev jî zexteke mezin dixe ser dewletê û wê neçar dike vê pirsê çareser bike.”

Bi dîtina Yaman, heya niha hejmareke rast derbarê ziyanên herdu aliyan tine: “Di nava dewleta Tirkiyeyê de statîstîkeke dezgeha ewlekariyê heye, statîstîkeke cuda jî ya serokayetiya artêşa tirk heye. Eger pereyên ku ji bo nûkirina artêşa Tirkiyeyê hatin xerckirin, li başûr-rojhilat di hilberînê de bihata xerckirin, ku ji ber şer nehatin xerckirin, herwiha eger xisarên çandinî û sektora serweta heywanî û astengkirina bazirganiya sînor kom bikin, xisarên Tirkiyê di salekê de digihe 10 milyar Dolaran. Lê heya niha ti dezgeheke dewletê lêkolînek di vî warî de nekiriye û tiştên hene pêşbînî û analîz in.”

Hejmarên dewleta Tirk yên 26 salan

Li gor îstatîstîkên Artêşa Tirk, Rêvebiriya Giştî ya Jandarmayan û Gerînendeya Giştî ya Emniyetê ji sala 1984ê û heta 22 Haziran 2010ê bi giştî 6 hezar û 653 leşker û polîs di şer de mirine. Li gor hejmarên dewletê di vê navberê de 29 hezar û 639 gerîlla jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 937 gerîlla jî birîndar hatine grtin û di heman demê de 5 hezar û 687 kesen sivîl jî hatine kuştin. Di 26 salan de bi giştî 21 hezar û 615 kes jî birîndar bûne. Ango li gor hejmarên dewletê heta sala 2010ê 41 hezar û 828 kes (gerîlla, leşker, polîs, cahş û sivîl) jiyana xwe ji dest dane. Li gor hinek analîstên aborîvanê jî zerara aborî ya serê Kurdistanê jî zêdeyî 300 Milyar Dolar tê texmînkirin

Rudaw
Top