Şêxo:Emrîka ne li dijî sîstema federalî ya Sûriyê ye
Şêxo dazanîn ku, Emerîka tekez kiriye ku, cî bi cî kirina sîstema Emrîkî ji bo parastina mafê mirov û kêmenetewan û çespandina azadiyê di jiyana dewlet û civaka Sûriyê de nimûneyek a herî baş e.
Şêxo aşkere kiriye ku, pirsgirêka Kurd di gelek saziyên Emrîkî yên wekî Koçka Spî,kongirês û wezareta derve ya Emrîka de hatine gengeşkirin.
Derbarê nêrîna rêveberiya Emrîka ya derbarê Filehên(Kirîstiyan) li deverên Kuran,Şêxo diyar kir ku biryarên Kongireya Netewî a Kurdî bi taybet di benda 12 ya belgenameyê de, têkezî li ser mafê kêmenetewan di destûra nû ya Sûriyê hatiye kirin.
Şêxo destnîşan kiriye ku, Emrîkî bal kişandiye li ser cîbicîkirina sîstema ne navendî ku pêwîste bi beşdariya tevaya welatiyên Sûriyr li gor rêgeza rêkeftina di navbera tevaya pêkhatên civaka Sûriye de bê pêk anîn.
Xendan
